ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-29 09:00:03 * Li Colemêrgê êdî qedexekirina zozan û mêrgan veguheriye rewşeke rûtîn. Siyasetmedar û welatiyên li bajêr diyar dikin ku armanca van qedexeyan ew e mirov koç bikin.  * Li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê, girtiyê nexweş Mecît Solmaz 4 sal in li benda amadekirina îdianameyê ye. Zahîde Solmaz, hevjîna Mecît Solmaz, got: "Êdî xew bi çavê min nakeve. Gelo rewşa wî çawa ye? Gelo wê hevjînê min bi mirî an bi saxî bidin min? Êdî bi evan şik û gumanan dijîm."    * Ji ber li Kongreya Asayî ya 2'yan a HDP'a Çîgliyê de pankarta li ser "Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimin" nivîsandî hat daliqandin der barê rêveberên partiyê Hacay Yilmaz û Yalçin Karaaslan de bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz hat vekirin.    * Parêzer Suleyman Şahîn, diyar kir ku biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a der barê Sûrê de xespkirina mulkiyetê ye û ji bo vê 140 kesî serî li AYM'ê daye. Şahîn, got divê gelê Sûrê sebir bike û teqez wê di doza xwe de bi ser bikevin.    * Hevseroka HDP'a Sêrtê Ayşe Ekîncî, anî ziman ku wê tabelaya sê zimanî ya qeyûmê Sêrtê ew daxist ji aliyê jinan ve dîsa bê daliqandin.    * Parêzer Canan Arin, anî ziman ku ji ber hikûmet ji hêza jinan ditirse li Taksîmê êrîşî jinan kiriye û got: "Ji eniya jinan ve berxwedan û têkoşînele nû dest pê kir."    * Li Rihayê, erdên pembû ji bo karkeran malovaniyê dikin. Karkerên bi erebeyên hespan tên nav erda rojê 40-45 lîre pere bi dest wan dikeve.    * Danişîna doza Nûçegihana  ETHA Îsminaz Temel  jî di navde 6 kes jê girtî tên darizandin û Rojnameger Havva Cuştan, parêzer Ozlem Gumuştaş, Sezin Uçar, Gulhan Kaya û Alî Haydar Dogan jî di navde 17 kes serbest bi giştî 23 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistine" tên darizandin dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Parêzer bi armanca hempîşeyên wan ên girtî serbest bên berdan dê li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bi daxwaza edaletê çalakiya xwe Nobetê di hefteya 81'an de berdewam bikin. (11.30)   * Nûnerên ciwanên rêxistinên çepgir bi armanca polîtîkaya sîxuriyê ya li dijî ciwanan şermezar bikin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Odeya Mîmaran dê têkildarî rewşa Sûr û Baxçeyê Hewselê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)   * Xizm û malbatên 34 kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan, dê li ser goristana Roboskê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û Edaletê bixwazin. (17.00)