Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn 2018-11-28 15:47:57   COLEMÊRG – Li Dibistana Seretayî ya ÎMKB a Geverê 80 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.    Li Dibistana Seretayî ya ÎMKB a li navçeya Geverê ya Colemêrgê 80 xwendekar ji ber firavînê jehrî bûn. Xwendekaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Malbat çûn nexweşxaneyê û bi rayedarên nexweşxaneyên re hevdîtin kirin. Serhekîmê nexweşxaneyê got ew nikarin niha ji bo rewşa xwendekaran tiştek zelal bêjin.    Ewlekarên nexweşxaneyê bi îdiaya “qedexeyê” wêne û dîmenên malbatan bi telefonên xwe kişandibûn jê birin û balkêş bû ku malbatan bi girtinê tehdît kirin.    Berê jî li heman dibistanê xwendekar ji ber xwarinê jehrî bibûn û banga malbatan ji aliyê rayedaran ve hat piştguhkirin.