Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan 2018-11-28 14:21:39   ÎZMÎR - Kolektîfa Xwendekaran, diyar kir  ku hevalekê wan ê xwendekarê Zanîngeha 9 Îlonê rastî ferzkirina sîxortiyê ya 3 kesên xwe weke polîs dan nîşandan hat. Endamê Kolektîfa Xwendekaran ugurcan Akyol, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayanên sîxortiyê bêdeng nemînin.    Kolektîfa Xwendekarên Îzmîrê, têkildarî kesên xwe weke polîs nîşandan didin û sîxortiyê ferzî xwendekaran dikin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist.     'SÎRXORTÎ FERZÎ HEVALÊN ME TÊ KIRIN'   Endamê Kolektîfa Xwendekaran Ugurcan Akyol, di civînê de axivî û wiha got: "Ciwan ji bo gel têdikoşin, lê rastî hemû zext û êrîşan tên. Qeser û hêza wê ya çekdarî, bi zextan hewl didin hevalên me  yên zanîngehan bikin sîxor. Di hefteya derbas bûyî de, hevalekê me yê Zanîngeha 9 Îlonê ji bo karê leşkeriyê diçe ji Qereqola Pinarbaşi gazî wî dikin. Hevalê me li ser vê diçe qereqolê. Li ber qereqolê 3 kesên xwe weke endamên TEM'a Îzmîrê nîşan didin, pirsan jê dikin.  Em ê tu carî li hemberî van tacîz û gefan bêdeng nemînin. Dê hemû polîtîkayên tirsê  yên desthilatdariyê û hêzên ewlekariyê bi ser nekevin. Emê li dijî polîtîkayên ajantiyê bêdeng nemînin."