Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike 2018-11-28 13:56:19   ENQERE - MYK'ê HDP'ê biryar girt ku dê Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen ê xwestibû ji peywîra xwe îstîfa bike dê dewam bike. Her wiha di civîna MYK'ê de biryara avakirina komîsyonek a ji bo lêkolîna binpêkirinên qewimandinên pêvajoya doza Roboskî ya li DMME'ê hat girtin.    Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen bi boneya pêvajoya doza Roboskî ya DMME'yê biryar girtibû ku ji peywîra xwe îstîfa bike. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî duh civîn li dar xist û mijara îstîfaya Bîlgen nîqaş kir. MYK'ê der barê rewşa Bîlgen de biryara dewama xebatên wî da. Her wiha hat zanîn ku di civînê de biryara avakirina komîsyonek a ji bo lêkolîna binpêkirinên qewimandinên pêvajoya doza Roboskî ya li DMME'ê hat girtin.