Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî 2018-11-28 13:46:20   ENQERE - Parêzerên endamên OHP'ê, xwestin ji bo bîranîna Serokê Baroya  Amedê yê berê Tahîr Elçî ku 3 sal berê li Sûrê hat kuştin, li ber edliyeye daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedan ku parêzer daxuyaniyê bidin.    Komek endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz xwestin ji bo 3'emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê ku li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin daxuyaniyê bidin. Parêzerên OHP'ê ku li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku parêzer li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Komek polîsên hêzên çevîk ketin hundirê avahiya edliyê û komek jî li ber derî rawestiyan û destûr nedan ku parêzer daxuyaniyê bidin. Dîsa polîsan destûr neda ku endamên çapemenî jî çalakiyê bişopînin.