Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar 2018-11-28 11:28:41   AMED – Li Amedê di Referanduma 16'ê Nîsanê de Cerdevan Mehmet Yildiz li ser sindoqê hilbijêr Abdurrezzak Yildiz û kurê wî Şeyhmus Yıldiz bi çeka bê rûhset kuştibûn. Cerdevan Yildiz ê du kes kuştin bi sucdariya "Kuştuna bi zanebûn" 2 caran rastî cezayê muebetê hat.    Di referanduma Serokomariyê ya 16'ê Nîsana 2017’an de li Taxa Yabanardi ya Navçeya Çermûkê ya Amedê cerdevan li ser sindoqan alozî û şer derketibû. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di bûyerê de cerdevanê gund Mehmet Yildiz li ser sindoqê bav û kur kuştibûn. Piştre cerdevan Mehmet Yildiz hatibû girtin û bi îdîaya “Kuştina bi zanebûn" li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz lê hatibû vekirin. Duh 7’emîn danişîna dozê hat dîtin û heyeta dadgehê cezayê muebetê li Cerdevan Yildiz birî. Di danişînê de Cerdevanê Bersûc Yildiz ê girtî tê darizandin, parêzer û mexdûr amade bûn. Piştî îfade hatin dayîn û darizandinê heyetê der barê bersûc de biryar da. Heyta dadgehê der barê cerdevan Yildiz de bi sucdariya bav Abdurrezzak Yildiz û kurê wî Şeyhmus Yildiz "Bi zanebûn kuştiye, 2 caran cezayê muebetê birî. Heyetê disa bi sucdariya "çeka bê rûhsat" bi xwe gerandiye salek cezayê girtîgehê û 600 TL cezayê pereyan birî.