Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir 2018-11-28 11:14:24 GIRÊ SPÎ  - Danûstandinên Sûrî – Sûrî li navenda MSD`ê bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên civakî, siyastemedarên Sûrî, partî û komên siyasî yên derve û hundir destpê kir. Danûstandinên Sûrî – Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirina û pêşxistina Sûriyê" bi beşdarbûna 120 delegeyên rêxistinên civakî yên Sûrî, partî, komên siyasî li Sûriyê dest pê kir. Danûstandin li navenda Meclisa Sûriyeya Demokratik (MSD) ya li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî dest pê kir. Li hola danûstandinê pankartên bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirina û pêşxistina Sûriyê" daliqandin. Li bendê ye axaftina vekirina danûstandinên ji Hevserokên MSD`ê Emîna Umer û Riyad Derar bikin. Piştre dê semînera destpêkê bi navê rewşa mirovahî di aloziya Sûriyê de bê dayîn.