Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma 2018-11-28 10:41:26   AMED - Lîsa Çalan a ku di teqîna mîtînga HDP'ê ya Amedê de 2 piyên xwe winda kirin, daxwaza wê ya bibe mudaxîlê dozê ji ber tevliheviya "erkê" ya dozgeran bê biryar ma.    Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê ya Qada îstasyonê endamên DAIŞ'ê êrîşa bombeyî pêk anîbûn. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Yek ji van kesên birîndar Sînemevan Lîsa Çalan a di êrîşa DAIŞ’ê li dijî mîtînga Qada Îstasyonê pêk anî de, 2 piyên wê jêbûn e. Çalan, ji ber 2 piyên wê jê bûn û seqet ma, doz vekiribû. Daxwaza Lîsa Çalan a bibe mudaxîla dozê ji ber dozgerên "Bê erk" bê biryar tê hiştin.  Heta niha ne daxwaza wê pêk hatiye û ne jî ji bo mijarê îfadeya wê hat girtin. Dozya daxwaza Çalan ji ber dozgerên "Bê erk" di navbera dozgerên Amed û enqereyê de diçin û tên.    BÊYÎ BIRYAR DERKEVE DOZYA NEQIL KIRIN   Piştî bûyerê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hat vekirin. Lîsa Çalan xwest bibe mudaxîlê dozê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Bêyî ku dozgerê Amede biryarê bide, dosya dozê taloqî Enqereyê kirin. Dadgeha bilind bi hinceta ewlehiyê dosya dozê sewqî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kir. Piştî dosya hat neqilkirin dozgerê Amedê bi hinceta ji dosyayê ne berpirsiyar û ne erkdar e biryarê nade. Dozgerê Amedê der barê daxwaza dosya Çalan de biryara "Bê erkiyê" da û daxwaz şand Serdozgeriya Komara Enqereyê.    ENQERE: ERK DI DESTÊ AMEDÊ DE YE   Serdozgerê Komarê yê Enqereyê, piştî serlêdana Çalan, biryara "Bê erkiyê" da û diyar kir ku ew ne peywirdar e û erd di destê Serdozgerê Komarê yê Amedê de ye û dosya şand ji Serdozgerê Enqereyê re.      Piştî vê aloziyê 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara Dozgerê Amedê red kir û destnîşan kir ku biryar û erk di destê Serdozgeriya Amedê de ye.  Piştî biryara 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere, dosya dîsa şandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê.