‘Biryarên DMME mîsogerin û naye şîrovekirin’ 2018-11-24 15:35:59   MÊRSÎN – Parêzeran li ser gotinên Serokomarê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan ên  “Biryarên DMME’yê  me girê nade. Em hewla xwe ya dijber pêk tînin û bi ya xwe dikin” bertek nişan dan û gotin: “Biryarên DMME’yê ji bo hiquqa Tirkiyê mîsoger e û bi tu awayî naye şîrovekirin.”   Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropaye (DMME) ji bo Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selhetîn Demirtaş biryara “serbest berdanê” da û Serokê Giştiyê AKP’ê Erdogan jî got: “Biryarên DMME’yê me girênade. Em hewildana xwe ya dijber pêk tînin û bi ya xwe dikin” parêzeran bertek nişandan.    ‘DIVÊ DEMÎRTAŞ BÊ TEXLIYEKIRIN’   Pr. Sebahat Gençtarîh got ku biryarên DMME’yê jî ne serbixwene û bi helwesa siyasî li bûyeran mêze dikin. Her wiha rewşa Demîrtaş rehîn girtine. Dereng be jî DMME’yê dit ku Hevsorokê Partiyeke Mezin Demîrtaş tenê ji ber xebatên partiya xwe yên siyasî rehîn hatiye girtin û li gor vê jî biryarek di cih da û xwest Demîrtaş serbest bê berdan. Dîsa bi encama vê dosyayê derket ku me li dij zagonên daraza xwe biryar dane. Li gor encamê di vê Demîrtaş teqez bê berdan.    ‘ŞERMA VÎ WALATIYE’   Gençtarîh aşkera kir ku piştî biryara DMME’yê daxuyaniya Erdogan da bi giştî li dij hiquqê ye û wiha pêde çû: “Bi van gotinên hatin Erdogan gotin me dît ku daraza Tirkiyê çiqa bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Hê biryar baş derneketibûn Wezîrê Dadê derbarê biryarê de got; ‘Biryarên wisa dedgehên me yên serbixwe didin’, li ser mijarê Serokomar Erdogan jî diyarkir ku ew dê li dij biryarê emê gavan biavêjin û biryarê nasnakin’ bandorê li ser darazê jî kir û rê neda ku daraz bê ku bandor bibe biryara xwe bide. Bi van gotinan daraz hat arastekirin. Sed mixabin li walatê me daraz bûye siyasî. Taybet jî piştî mudaxeleya hikumetê ya li ser HSYK’ê darazê ket nav tarê bêjingê. Di hewayeke wisa de ez ne bawerim ku daraz karibe biryareke xweser bide. Van gotinan darazê xistiye zorê. Ji xwe tu sedem nîne ku Demîrtaş girtî bê girtin.”   ‘MÎSOGERIYA BIRYARÊ ÇÎL ZELALE’   Pr. Özgür Çağlar jî aşkera kir ku pir zelal e ku ev biryar mîsoger e û Tirkiye li gor hiquqa xwe neçare biryarê bixe meriyete û got: “Tirkiye welateke alîgirê Peymana Erpoyê ye. Biryarên DMME’yê bigre ji bo Tirkiyê jî mîsoger e. Tirkiye ji 1991’ê ve biryarê DMME’yê qebûl kiriye. Welatên di vê rewşê de ne tu mafekî wanê ku van biryaran qebûl neke nîne. Pêkneanîna van biryaran dijberiya hiquqa li welatê meye. Her çend jî Serokomar gotibe ‘ev biryar me gire nade jî rastî ne wisan e. Berovajiyê vê nenaskirina biryarê nenaskirina DMME’yê bi xwe ye. Her wiha tê vî wateyê ku em bi înkareke wisa îmzayên ku me avêtine binê peymanan jî înkar dikin. Her kes  zane ku biryarên DMME’yê  digre ji bo hemû endamên  wê derbasdare.”   ‘ERDOGAN BI VAN GOTINAN XWE, DIKE SUCDAR’   Pr. Çaglar: “Gotinên Erdogan ên berya ku dadgeha giran a 19’mîn biryar bide ji bo dadgehê talimat in. Ev mudaxeleye û suc e. Piştî DMME’ê mayîna Demîrtaş di girtîgehê de bi serê xwe sucekî din e. Demîrtaş ji mafê azadiya tekakesî bêpar dihêlin. Pêwîste ku rêzdar Demîrtaş demildest bê berdan. Erdogan 3 sucên aşkera yên wek arastekirina darazê, neqebûlkirina DMME’ê û neberdana Demîrtaş pek anîye. Biryarên DMME’yê mîsogerin, Tirkiyê jî gire didin û nayên şîrovekirin.”