ÎSÎG: 108 mamoste di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 2018-11-24 13:15:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa ÎSÎG'ê bi minasebeta 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan raporek aşkere kir û diyar kir ku ji 2013'an heta 10'ê 2018'an di cînayetên kar de 108 mamosteyan jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), bi minasebeta 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan raporek aşkere kir. Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku ji 2013'an heta 10'ê 2018'an di cînayetên kar de 108 mamosteyan jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê di raporê de aşkere kir ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane jê 23 jin û 85 mêr in. Meclise bal kişand ser rêjeya sedema cînayetan û destnîşan kir ku ji sedî 39 di qezayên serwisan de ji 34 krîzên dil û ji sedî 14 jî întihar kirine.