Polisan li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin 2018-11-24 09:47:54   EDENE - Polîsan li Wan, Amed û Edeneyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Li Amedê rêveberên HDP'ê yên ku bertek nîşanî binçavkirina ciwanan dan, polîsan çek li wan kişand.    Polîsan li Wan, Amed û Edeneyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de mal tev li hev kirin.    LI EDENEYÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li Edeneye di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt û 5 kes binçavkirin. Polîsan li  mala xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê A. Murad Karakaş de girt. Polîsan di serdegirtina mala Karakaş a li taxa Anadolu ya Yuregîrê de li malê lêgerîn kirin. Di lêgerînê de Karakaş binçavkirin. Sedema binçavkirina Karakaş nehat zanîn. Karakaş birin Midûriyetea Polîsan a Edeneyê. Hat diyar kirin ku dê Karataş bibin Wanê. Di heman çarçoveyê de xebantkara Rojnameyê  Şukran Erdem li Wanê û xebatkara Rojnameyê Mizgîn Fendîk jî li Îzmirê binçavkirin.    Li taxên Yersuat, Kuçukkirim û Belediyeevlerî yên Ceyhanê de jî polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û piştî lêgerînek zêde zarokên bi navê V.B., E.O., Î.A., M.S.O. û Ş.K. binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Ceyhanê. Duh jî polîsan li Edeneyê 17 kes binçav kiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.    LI AMEDÊ 3 CIWAN HATIN BINÇAVKIRIN   Li Amedê jî beriya Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê polisan 3 ciwan binçav kirin. Serê sibê dema ciwanên hatin avahiya HDP'ê ya Amedê polîsan pêşiya wan qut kir. Polîsan bi maşîna ranger a polisan ciwanên HDP'ê Hulya Ertaş di rêde rawestand û li nasnameya wê nerî. Polîsan piştî kontrola nasnameyê Ertaş binçav kirin. Hevseroka HDP'e ya Amedê  Fîlîz Buluttekîn bertek nîşanî polisan da. Polîsan jî li dijî bertekê çek li Filîzê kişandin û gotin 'Dewlet dê were wê bibe'. Di niqaşê de polîsan endamên Meclîsa Ciwanan Sevîm Akdag û Berxwedan Yenî jî binçavkirin. 3 ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.    LI WANÊ GELEK KES BINÇAV KIRIN   Polîsan li Wan û navçeyên wanê jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Polîsan Hevserokê Komeleya Lêkolînên Huner û Çanda Ziman, (DÎSA-DER) Naîm Ozden, Hîndekarê DÎSA-DER'ê Şevket Acar, Dîlber Akin, Celal Soguk û Rêveberê TUHAY-DER'ê Kinyas Başak jî di navde gelek kes binçav kirin. Li navçeya Şaxê ya Wanê jî polisan 3 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de derî şikandin û ketin malan. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Wanê.    LI MÊRSÎNÊ 3 KES HATIN GIRTIN   Li Mêrsînê jî polîsan D.M.O, S.Y.Y. û D.O. binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna 3 kesan şevê din sewqî dozgeriyê kirin. 3 kesan piştî li Dozgeriyê îfade dan, dozger bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê 3 kes girtin û şandin girtîgehê.