Aslan: Ger Tirkiye biryara DMME'yê qebûl neke, mesele dê nû dest pêbike 2018-11-24 09:24:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementera Parlementoya Neteweyî ya Avûstûryayê ya Serdema 25'an Berîvan Aslan biryara DMME'yê ya der barê Demîrtaş de nirxand û got: "Wê bûyer bi neqebûlkirina Tirkiyeyê û dayîna tazmînatê bi dawî nebe. Meseleya sereke wê piştî vê dest pê bike."  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryar da ku bê berddan. Lê belê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kiribû ku ev biryara wan eleqedar nake. Parlementera Parlementoya Netewî ya Avûstûryayê ya Serdema 25'an hiqûqnas Berîvan Aslan ev yek nirxand.    Aslan, destnîşan kir ku bi vê biryarê careke din derket holê ku li Tirkiyeyê hiqûq û darizandin ne serbixwe ye û got: "Ev biryar li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî hemûyan pir girîng e. Bi vê biryarê dibe ku gelek mirov bên berdan."    ‘DIBE ALÎKARIYA PEREYÎ YA BI DAWÎ BIBE'    Aslan, destnîşan kir ku ger Tirkiye ji bo biryarê bersiveke neyînî bide dibe ku bi mueyîdeyên giran re rû bi rû bimîne. Aslan, bal kişand ser maddeya 18'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û got: "Ger biryarê qebûl neke û pêk neyne, wê di warê hiqûqî, siyasî, civakî û aborî de bedêlên vê giran bin. Wê ser bûyerê tenê bi neqbûlkirina Tirkiyeyê û dayîna tazmînatê neyê girtin. Meseleya sereke wê piştî vê dest pê bike û wê encamên siyasî û aborî li Tirkiyeyê bên barkirin. Bûyera pastor Brunson ji bo vê mînak e. Gavên çewt ên siyasî tesîr li aboriyê kir û mixabin dîsa jî ê bedêl da gel bû. Divê ji vê yekê ders bê derxistin, lê heman çewtî di doza Demîrtaş û gelek dozên din ên siyasî de tê domandin."    Aslan, bilêv kir ku ger biryar pêk neyê îhtimala hin mueyîdeyên giran zêde ye û got: "Dibe alîkariya pereyî ya ji Ewropayê ji bo Tirkiyeyê tê kirin bi dawî bibe. Dibe gelek şîrketên dixwazin li Tirkiyeyê veberhênaniyê bikin, dev ji vê berdin. Her biçe wê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê bê îtibar bibe."    ‘HELWESTA ERDOGAN JI BO HILBIJARTINA HERÊMÎ Û POLÎTÎKAYA HUNDURÎN E'    Aslan, bal kişand ser helwesta Erdogan a ji bo biryarê û destnîşan kir ku ev ji bo hilbijartinên herêmî û polîtîkaya hundurîn a Tirkiyeyê ye.    Her wiha Aslan nîqaşên der barê daraza serbixwe ya li Tirkiyeyê jî bi bîr xist û got: "Serokomar tim behsa 'daraza serbixwe' dike, lê bêyî biryara 75 rûpelî bixwîne dibêje 'ev biryar me eleqedar nake.' Ma ev ne nakokî ye? Kîjan daraz serbixwe bû? Hîn biryara DMME'yê ji aliyê darazê ve nehatiye nirxandin, lê siyasetmedarek dibêje 'ev biryar me eleqedar nake.' Kesî ev yek pir ferq nekir, lê belê ev yek nîşan da ku daraza li Tirkiyeyê girêdayî serokomar e."    ‘EWROPA NE MUHTACÎ TIRKIYEYÊ YE'    Aslan, bal kişand ser helwesta siyaseta Ewropayê ya ji bo biryarê û got: "Helwesta wê pir zelal e."    Aslan, destnîşan kir ku Ewropa ne muhtacî Tirkiyeyê ye û got: "Ewropa dibêje 'madem hûn dixwazin bibin perçeyeke me û we îmze danîne bin peymanên me, nexwe divê hûn jî wekî herkesî li gorî rêgezên me tev bigerin û rêzê nîşan bidin.' Kesê bi darê zorê bi Tirkiyeyê ev biryar nedan îmzekirin û negot bibe endamê Ewropayê. Her çend dem bi dem ji bo berjewendiyên xwe tev bigere jî, lê dîsa Ewropa ne muhtacî Tirkiyeyê ye. Yekîtiya Ewropayê bi taybetî jî Tirkiyeyek populîst û rastgir naxwaze. Polîtîkayên çewt ên Erdogan bi kêrî wan tê. Jixwe îslamfobî û dijminahiya biyanî jî sûdê ji evan polîtîkayên çewt digire."    MA / Cuma Daş