Parêzerên Ocalan serî li DMME'yê dan 2018-11-24 09:05:57   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan, ji ber di hiqûqa hundurîn de hemû rê hatine xitimandin careke din serî li DMME'yê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2003'yan de diyar kirin ku şert û mercên muwekîlê wan "derî mirovahiyê ye" û ji ber vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parêzeran destnîşan kir ku rewşa muwekîlê wan tê de ye derî maddeya 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku îşkence û muameleya nebaş qedexe kiriye û "îzolasyona sosyal" a li ser muwekîlê wan tê sepandin derî maddeya 5, 6, 8, 13 û 14'an e ku ev madde "mafê azadî û ewlehiyê", "darizandineke adil", "parastina jiyana taybet û jiyana malbatî", "mafê serlêdaneke bibandor" û "qedexekirina cihêkariyê" di xwe de dihebînin.    DMME'yê di 14'ê Mijdara 2014'an de der barê serlêdana parêzeran de biryar da û diyar kir ku cezayê muebeta giran ê li Ocalan hatiye birîn dijî PMME'yê ye, lê belê ji sala 2009'an ve mercên Ocalan ên girtîgehê li gorî PMME'yê ne. Her wiha DMME'yê ji bo îdiayên wekî "Ocalan li girtîgehê tê jehrkirin û bi vî awayî dixwazin wî hêdî hêdî bikujin" ku parêzeran di sala 2007'an de li dosyeyê zêde kir jî li gorî raporên tibbî yên hikûmeta tirk û belgeyên CPT'yê yên hatin berpêşkirin paş ve şand. Her wiha DMME'yê qet bal nekişand ser mijarên wekî "îzolasyona sosyal", "darizandineke adil", "parastina jiyana taybet û jiyana malbatî" jî.    Piştî vê biryara DMME'yê hikûmetê daxuyand ku wê li Daîreya Mezin a DMME'yê îtiraz bê kirin. Parêzerên Ocalan jî serî li Daîreya Mezin a DMME'yê da. Lê belê ji bo naveroka îtiraza wê bê kirin, daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re tim ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hatin redkirin. Mafê îtirazê 3 mehan bû û ev yek ji 19'ê Adara 2014'an ve dest pê kir û dîroka serlêdanê ya dawî jî 16'ê Nîsana 2014'an bû. Parêzeran ji 19'ê Adarê heta 16'ê Nîsana 2014'an 9 caran serî li serdozgeriyê dan, lê belê serdozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye", "rewşa hewayê nebaş e" hemû serlêdan red kirin.    SERÎ LI DMME'YÊ DAN    Parêzerên ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin biçin Îmraliyê, di 17'ê Nîsana 2014'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Lê belê AYM'ê di 8'ê Adara 2018'an de biryar da û serlêdan red kir.    Piştî biryara AYM'ê çend roj berê parêzer ji bo biçin Îmraliyê vê carê serî li DMME'yê dan. Parêzeran ji ber di hiqûqa hundurîn de hemû rê hatine girtin û xitimandin careke din serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.