ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-24 09:00:45 * Jinan ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin û gotin: "Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin û esas bigirin."  * Jin hewl didin îsal bi dirûşmeya "Ji bo şideta zilam tu hincet tune ne. Em ê bêdeng nebin û dev ji mafên xwe bernedin" Tunela Taksîmê bi rengê mor boyax bikin. Jinan bang kirin û gotin: "Werin em bi hev re biguherînin."    * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan, ji ber di hiqûqa hundurîn de hemû rê hatine xitimandin careke din serî li DMME'yê dan.    * Piştî derket holê zeytûn û rûnê zeytûnan ji Efrînê anîne, gelek derdoran bertek nîşan da. Serokê Sendîkaya Gida-Îş'ê Seyît Aslan pirsî: "Qey ji bo OSO bê fînansekirin ev zeytûn anîn?"    * Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ew ê dev ji deynên ku qeyûma xistine stuyê şaredariyan bernedin û ew ê di hilbijartina herêmî de serketineke mezin bi dest bixin.    * Li Edeneyê ciwanan ji bo Kongreya Asayî ya 2'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bang li hemû ciwanan kir.   * Parlementera Parlementoya Netewî ya Avûstûryayê ya Serdema 25'an Berîvan Aslan biryara DMME'yê ya der barê Demîrtaş de nirxand û got: "Wê bûyer bi neqebûlkirina Tirkiyeyê û dayîna tazmînatê bi dawî nebe. Meseleya sereke wê piştî vê dest pê bike."    * Li Cizîrê polîsan çend hefte berê li esnafên heta derengê şevm vekirîî geriyan û ji wan re got divê dikan heerî dereng saet di 24:00'an de bên girtin.    * Navenda Lêkolina Civakî ya Dîcle (DİTAM) dê komxebata Di Pêvajoya Çareseriyê de Ropa Rêxistinên Civakî li Hotela Best Western hotel a Konaka Îzmirê pêk bîne. (10.30)    * PLatforma Jinan a Dicle Amed dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê ÎHD'ê ya Amedê ziyaret bike. (12.00), * Bi heman armancê jin dê li Cizîra Şirnexê civînê pêk bînin. (13.00) * Rêxistina HDP'ê ya Karabaglarê bi heman armancê dê li avahiya navçeyê belgefîlmê bide temaşekirin. (14.00)* Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê bi heman armancê dê panelê pêk bîne. (14.00) * Platforma Jinan a Dersîmê bi heman armancê dê li DAD'ê panelê pêk bîne. (15.00) * Jin bi heman armancê dê li Mêrsîn û Hatayê jî çalakiyan pêk bînin. (14.00-17.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca edaletê bixwazin dê di hefteya 713’an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 348'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û rewşa girtiyên nexweş bînin ziman dê di hefteya 457’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Vakfa Alîkariya Însanî û Koçberiyê, dê li Otela Demîr a Amedê li ser mafê zarokan panelê pêk bîne. (13.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Avcilar, Başakşehîr, Bagcilar, Gaziosmanpaşa, Sultangazi, Kagithane, Esenler, Zeytinburnu, Beyoglu û Fatihê bi armanca balê bikişînin ser biryara DMME'ê ya der barê Demîrtaş de dê li ber avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)