Fîsk bazar Idbilê ya pişt perdeya cînayetê Kaşikçi nivîsî 2018-11-23 14:53:20   NAVENDA NÛÇEYAN -  Nûçegîhanê Rojnameya The Independent yê Rojhilata Navîn ku bûye pispor Robert Fisk, bal kişand ser bazara Îdlibê ya li pişt perdeya cinayetê Kaşikçi, Fîsk, diyar kir ku Tayyip Erdoğan têkildari cînayetê Kaşikçi  bi şertê ku qeyda dengekî din dernekeve, bazar bi Erebîstana Siûdî re kiriye ku dê komên Selefî yên li Idlibê qeûl bike.    Bandor û pêlên niqaşa der barê kuştina rojnamegerê Erebîstana Siûdî Cemal Kaşikçi yê li Sefaretxaneya Siûdî ya li Tirkiye hat kuştin berdewam dike. Nûçegîhanê Rojnameya The Independent yê Rojhilata Navîn ku bûye pispor Robert Fisk, bal kişand ser bazara Îdlibê ya li pişt perdeya cinayetê Kaşikçi, Fîsk, diyar kir ku Tayyip Erdoğan têkildari cînayetê Kaşikçi  bi şertê ku qeyda dengekî din dernekeve, bazar bi Erebîstana Siûdî re kiriye ku dê komên Selefî yên li Idlibê qeûl bike. Robert Fisk, diyar kir ku ji bo sirra dîplomatîk a li pişt cînayetên Cemal Kaşıkçi fêm bikin pêwiste li geşedanên Sûriye binenir û parat ku di bin cînayeta Kaşikçi de bazara Tirkiye, Siudî Erebistan û DYA ya li ser Idlibê heye. Fîsk parast ku ger Tirkiye komên Selefî yên li Idlibê qebûl neke Erebîstana Siûdî dê têkildarî cînayeta Kaşikçi û Serokomar Tayyip Erdoğan dê qeydên deng ên nû bi saziyên îstîxbaratê re parve bike.