Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir 2018-11-23 12:07:08 AMED – Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 20’ê mijdarê de ji bo hilbijartina herêmî dest bi serlêdana bernamzetiyê kir. Bi destpêka serlêdanan re polîsan avahiya HDP’ê xist bin dorpêçê û ev dorpêç didome. Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn bertek nîşanî  pêkanîn û dorpêça polîsan da û got dorpêçkirin bi armanaca “fîşkirinê” ye.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê dest bi serlêdana bernamzetiyê ya hilbijrtina herêmî ya dê di 31’ê Adara 2019’an de pêk were kir. Ji roja 20’ê mijdarê ve ku serlêdanê dest pê kiriye avahiya HDP’ê di bin dorpêça polîsan de ye. Polîsan bi maşîneyên zirxî li dora avahiyê çember girtiye. Polîs bi kamerayan û maşîneya xwedî taybetiya qeyda deng digire jî têketina û derketina avahiyê qeyd dike.    POLÎS LI BER HDP’Ê DEST BI KAR DIKIN    Polîs li ber avahiya HDP’ê dest bi mesaîyên xwe dike. Di roja 4’emîn a dorpêçê de maşîneya dîmen kişandinê danî ber derî. Li ser bertek nîşandana rêveberên HDP’ê polîsan bi qasî 20 mîtroyan maşîneyê dûr kir.    LI BER AKP’Ê CUDA YE LI BER HDP’Ê CUDA YE    Pêkanînek wiha li ber deriyên CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadet, HUDA-PAR  tune ye. Pêkanînek wiha tenê li ser HDP’ê pêk tê dide nîşandan. Li ber avahiya AKP’ê ya Amedê ji 24’ê tîrmeha 2015’an vir ve bi bariyerên beton, nokteya kontrola polîsan tê kontrolkirin.    ‘PERGALA KARAKOLÊ’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê Fîlîz Buluttekîn bertek nîşanî pêkanîna polîsan a li ber avahiya xwe da û got: “Vê pêkanînê ji 20’ê mijdarê ku serlêdanên me bernamzetiyê dest pê kirin didome. Tevî ku me der barê mijarê de bi Walîtiya Amedê re hevdîtin kir jî lê polîsan bi “sîstema karakolê” avahiya me dişopînin. Dorpêçkirin li dijî hilbijartina herêmî ye û dixwazin beriya hilbijartinê zextên xwe bidin destpêkirin. Kesên ji bo bernamzetiyê tên serlêdanê, dîmen û wêneyê wan tên kişandin. Heta nîvê şevê li ber avahiya me pergala karakolê ava kirin e. 24 saet avahiya me dişopînin.”    ‘EM Ê DEST BI ÇALAKIYA BÊÎTATIYA SIVÎL BIKIN’    Buluttekîn da zanîn ku li Tirkiyeyê partiya wan partiya 3’yemîn a mezin e û wiha got: “Ev dorpêç li dijî hiqûqê ye. Em ê ji niha şûn ve civînên xwe li derve li dar bixin. Hewce bike em ê serlêdanên bernamzetên xwe jî li derve li ber derî qebûl bikin. Bi taybetî ev polîtîkayek zextan a li dijî kesên tên serlêdanê ye. Dixwazin ji niha ve me çavtirsandî bikin. Ev pêkanînek siyasî û polîtîk li dijî me pêk tînin. Em ê her sibeh li ber deriyê avahiyê xwe li dijî pêkanînê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar bixin.”    ‘EV FÎŞKIRIN E’    Buluttekîn bal kişand ser ferqa di navbera avahiya AKP û HDP’ê û got: “Li ber avahiya AKP’ê polîs bi armanca parastinê tedbîran digirin. Li ber avahiya HDP’ê jî bi mexseda tirsandin, zext û helandinê dixin dorpêça xwe. Çimkî li gel ez hevseroka rêxistinê me jî her cara ku ez derdikevim ber derî wêneyên min dikişînin. Dixwazin bi vê pêkanînê fîşkirinê pêk bînin.”