Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir 2018-11-23 10:41:45 AMED – Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku biryara DMME’yê bi rêya wergerên sondxwarî wergerandin û pêşkêşî 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kirin û got: “Biryar eleqedar dike. Divê Demîrtaş tavilê bê berdan. Drêjkirina pêvajoyê bêhiqûqî ye.”  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê da. Parêzer Reyhan Yalçindag biryara DMME nirxand û got divê Demîrtaş tavilê bê berdan.    'HIKUMET NEÇARE MIQAYETÎ BIRYARÊ BIBE’    Yalçindag diyar kir ku girtina Demîrtaş a heta niha li dijî hiqûqê ye û got: “Biryara DMME’yê me piştrast kir. Dadgehê her tiştî û hûrguliyên dozên aşkere danî holê. Ji bilî şexsê Demîrtaş biryar hat dayîn ku binpêkirin li hemû maf û nirxên demokratîk hatine kirin. Biryara DMME’yê hemû dewletan girêdayî peymanê ne eleqedar dike. Hemû dewlet û hikumet neçarin miqayet bibin. Bêyî ku dem winda bibe, biryar ferman dide Demîrtaş bê berdan.”    'ME BIRYARÊ WERGERAND Û PÊŞKÊŞÎ DADGEHÊ KIR’    Yalçindag da zanîn ku divê piştî biryar hat aşkerekirin biketa meriyetê û wiha dewam kir: “Ji bo dadgeha cezayê giran a Enqereyê Demîrtaş ber de serlêdanek me heye. Heta niha bersivek nedane serlêdana me. Me biryara DMME’ê bi rêya wergerên sondxwarî wergerand û pêşkêşî dadgeha Enqereyê kir. Me berdana Demîrtaş daxwaz kiriye. Tirkiye rayedariya DMME’yê qebûl kiriye. Divê Tirkiye zû bi zû vê biryarê li ber çavan bigire û bêyî kul i benda pêvajoya wergerê bisekine biryara berdanê bide. Heke pêvajo bê dirêjkirin dê bêhiqûqî jî dirêj bibe.”    ‘SEROKOMAR NEÇARE QEBÛL BIKE’    Yalçindag bi bîr xist ku Tirkiye ji 1950’î ve şanenava Peymana Mafên Mirova a Ewrûpayê (PMME) ye û got: “Tirkiye bi her awayî peymanên navnetewî qebûl kiriye, lê çibû di qonaxa îro em gihîştinê hikumet biryara DMME’yê red dike. Serokomar dibêje ku ew biryarê nas nakin û wan eleqedar nake. Hiqûq li gorî kesan nayê pêkanîn. Biryarên dadgehan herkesî eleqedar dike. Ev biryar kî dibe bila bibe her kesî eleqdar dike. Çi hikumet û çi Serokomar dibe bila bibe ev biryar ji bo her kesî derbasdar e.”    DÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNE    Yalçindag destnîşan kir ku kes nikare vê viryarê piştguh bike û ji bo biryara hat dayîn dê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa pêvajoyê bişopîne û heke Tirkiye vê biryarê pêk neyne dibe ku heta dirêjî îxrackirina Tirkiyeyê ya ji konseyê jî bibe. Yalçindag got ev biryar yekser makeqanûna li Tirkiyeyê eleqedaer dike û hin baroyên diyar ên Tirkiyeyê piştevaniya biryarê kirin. Yalçindag anî ziman ku ew ê li gorî pêwîstiya xala 90’emîn a makeqanûnê serî li Lîjneya Dozger û Dadgeran (HSK) bidin.    MA / Aydin Atay