Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin 2018-11-23 09:44:53 EDENE - Polîsan bi hevkariya helikopteran li Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 16 kes binçav kirin.  Bi fermandariya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li Navçeyên Seyhan, Yuregir û Ceyhanê yên Edeneyê polîsan bi hevkariya helîkteran bi ser 26 navnîşanan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn kirin û alavên malan belavkirin. Polîsan piştî lêgerîna malan 16 kes binçav kirin. Polîsan 16 kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat zanîn ku der barê 10 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.