Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e 2018-11-23 09:25:02 STENBOL - Gurbuz Erbîlek, diyar kir ku wî ji bo kurê xwe yê ji sedî 99 rapora wî ya astengdariyê heye serî lê daye, lê belê bersiv nehatiye dayîn. Erbîlek bavê girtiyê nexweş Hakan Erbîlek got: "Ragirtina li girtîgehê tê wateya mirinê."  Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê rewşa girtiyê nexweş Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 rapora wî ya astengdariyê heye, her diçe xirabtir dibe. Kanulla trakeostamiyê di qirika Erbîlek de ye, ji ber vê nikare biaxive û nikare pêdiviyên xw epêk bîne. Hefteya borî bav Gurbuz Erbîlek hevdîtin bi kurê xwe re çêkir.    Erbîlek, anî ziman ku par ji ber şahdemara kurê wî jê bibû 3 mehan li nexweşxaneyê hatiye tedawîkirin. Erbîlek, diyar kir ku ji sedî 99 rapora astengdariyê ya kurê wî heye, lê dîsa jî di doza dihat darizandin de dadgehê biryara girtina wî daye. Erbîlek, destnîşan kir ku piştî kurê wî ket girtîgehê rewşa wî xirabtir bûye û got: "Heta kesek alîkariya wî neke nikare biçe lawaboyê, nikare xwarinê bixwe. Kanulek xitine qirika wî. Divê ew kanul du saetan carekê bê dersixtin û paqijkirin. Bijîşk gotibû 'wekî li beşa lezgîn be divê tim lê bê nihêrîn.' Divê enfeksiyonê negire. Li malê wekî pitikan me lê dinerî."    Bav Erbîlek, anî ziman ku em nikarin di ehvdîtina vekirî de wî bibînin û got: "Wexta em ji bo hevdîtinê çûn halê wî ne tu hal bû. Jixwe kurê min nikare biaxive. Tenê me di camê de ew dît û em derketin. Her derê wî birîn bûn. Em heyret dimînin, di vî halî de çawa wî dixin girtîgehê."    Bav Erbîlek, da zanîn ku piştî kurê wan sewqî Metrîsê hatiye kirin ew ji Mûşê tên Stenbolê û ji ber cihê wan ê mayînê tune ye ew heta sibehê li otogarê dimînin.    Erbîlek, diyar kir ku wan ji Walîtiya Mûşê bigire serî li gelek deveran daye, lê belê derekê jî bersiva wan nedaye.   Bav Erbîlek xwest kurê wî bê berdan û got: "Ez û diya wî pir li ber dikevin. Ragirtina li girtîgehê, tê wateya mirina kurê me."    MA / Melike Ceyhan