Dermanên girtiyê 61 salî nadinê 2018-11-23 09:24:17 MANÎSA – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Mehmet Tekînê 61 salî nayê tedawîkirin û dermanê wî nadinç. Malbatê ji bo berdana Tekîn serî li dozgeriyê û ÎHD'ê da.  Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hat diyarkirin ku Mehmet Tekînê 61 salî yê 2 sal berê hat girtin, nayê tedawîkirin. Sekan Tekîn, kurê Mehmet Tekîn, diyar kir ku nexweşîna tansiyona zêde bi bavê wî re heye û 3 caran emeliyata prostatê bûye. Kur Tekîn, anî ziman ku bavê wî nexweş e û xwest bê berdan.    Tekîn, diyar kir ku bavê wî bi îdiayên pûç ên wekî "endamên rêxistinê hatine mala te û te alîkariya wan kiriye" hatiye girtin û got: "Bêyî bê girtin jî dikaribûn wê darizînin, lê sirf ji bo eziyetê bikişîne wî girtin. Em hay ji şert û mercên girtîgehê hene. Ne mimkun e bavê min di evan şert û emrcan de baş bibe. Me raporên wî dan girtîgehê, lê dîsa jî nehat berdan."    Tekîn, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan zext û zorî hene û got: "Jixwe tu girtiyekî nexweş bû tu mehkûmî mirinê yî. Di demên dawî de li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê êrîşî girtiyan dikin. Bi taybetî jî pir êrîşî girtiyên ciwan dikin. Gardiyan li ber çavê bavê min li hevalên wî dixin. Derûniya bavê min qet nebaş e û her diçe girantir dibe. Ji ber bavê min extiyar e lê nadin, lê bi şideta derûnî re rû bi rû dimîne."    Tekîn anî ziman ku ger tiştek bê serê bavê wî, berpirsiyar îdareya girtîgehê, gardiyan û partiya îktîdarê ye. Tekîn diyar kir ku li girtîgehê dermanên bavê wî jî nadinê.    Tekîn, ragihand ku ji bo bavê wî bê tedawîkirin û bê berdan di 12'ê Mijdarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê daye û di 19'ê Mijdarê de jî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daye.    MA / Rûken Demir