‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in' 2018-11-23 09:23:36 ÎZMÎR - Li Îzmîrê welatiyan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û destnîşan kirin ku Guven xwedî li daxwaza ji bo aştiyê derdikeve.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin didome. Li Îzmîrê welatiyan destek da çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê. Welatiyan diyar kirin ku daxwaza Guvenê daxwazeke mafdar e û divê demildest ev daxwaz pêk bê.    Perîhan Kortak, anî ziman ku li girtîgehan girtî hemû bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bi salan e girtiyên siyasî ji bi daxwazên cuda çalakiyên greva birçîbûnê didin destpêkirin. Kortak, Leyla Guvenê û hemû girtiyên siyasî silav kir û got: "Tu carî dilê me dayikan rihet nebû. Li girtîgehê wexta girtiyan dibin nexweşxaneyê jî destê wan kelemçekirî ye. Tu wijdan vê yekê qebûl nake. Gelê kurd vê êşê heq nake. Leyla Guven nûnerê vî gelî ye, çalakiya wê ya greva birçîbûnê ne ji bo kesekî tenê ye. Leyla Guven bi dengê gel hatiye hilbijartin, helbet wê gelê me xwedî lê derkeve. Divê daxwazên Leyla Guvenê yên ji bo aştiyê pêk bên."    ‘GELÊ KURD GELEK CARAN ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DAN DESTPÊKIRIN'    Yûsûf Ozmen jî, anî ziman ku Leyla Guven tevî hemû neyînî û bêderfetiyan jî çalakiya xwe didomîne û divê ev çalakî bê destekkirin. Ozmen got: "Leyla Guven ji bo Rêberê Gelê Kurd dest bi vê grevaê kir. Ji bo bê berdan an jî şert û mercên wê bên başkirin dest bi vê grevê nekir. Loma divê gelê kurd hemû xwedî li vê çalakiyê derkeve. Ev gel ji 12'ê Îlonê heta 14'ê Tîrmehê gelek caran çalakiyên wisa çêkirine. Hay ji vê êşê hene. Jinên me, ciwanên me di çalakiyên wisa de çûn."    ‘DIVÊ BÊ DESTEKKIRIN'    Alî Yildirim, diyar kir ku ew jî bi salan di girtîgehê de maye û tev li gelek çalakiyên greva birçîbûnê bûye û bal  kişand ser girîngiya vê çalakiyê. Yildirim got: "Fikrên Abdullah Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd ji bo rizgariya hemû gelan e, ji bo li Rojhilata Navîn gel bi awayekî aram bijîn. Ji bo pêşeroja vî welatî jî divê Ocalan azad bibe. Loma Leyla Guven bi helwesteke rûmetane derketiye pêş. Em pê û bi çalakiya wê serbilind in. Em destekê didin vê çalakiyê."