ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN 2018-11-23 09:00:03 * Jinên li Mêrsînê bi dirûşmeya "Li hember şideta zilam em ê bêdeng nebin, em dev ji mafên xwe bernadin" ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û bibin yek.  * Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku jin ji bo jiyanê veguherînin têdikoşin, lê belê tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Onder got: "Ji bo em di civakê de, li mal û di siyasetê de bibin xwedîgotin têdikoşin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin û li gorî ruhê jinê bijîn."   * Aborîzan Prof. drç Ahmet Şahînoz, Rapora Bergehî ya Aboriyê ya OECD'ê ya 2018'an nirxand û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê unsûrên taleba hundurîn hemû hindik mane rawest in û her biçe wê aborî tengtir bibe.    * Parêzer Sena Yazibagli Gul bal kişand ser kêmasî û çewtiya qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê û got: "Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike."    * Li Îzmîrê welatiyan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û destnîşan kirin ku Guven xwedî li daxwaza ji bo aştiyê derdikeve.    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Mehmet Tekînê 61 salî nayê tedawîkirin û dermanê wî nadinç. Malbatê ji bo berdana Tekîn serî li dozgeriyê û ÎHD'ê da.    * Gurbuz Erbîlek, diyar kir ku wî ji bo kurê xwe yê ji sedî 99 rapora wî ya astengdariyê heye serî lê daye, lê belê bersiv nehatiye dayîn. Erbîlek bavê girtiyê nexweş Hakan Erbîlek got: "Ragirtina li girtîgehê tê wateya mirinê."    * 9'enmîn danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û girtin tê darizandin Sara Kaya dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Merdînê dê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistinên Patiya  Demokratîk a Gelan (HDP) yên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Wan, Gever, Amed, Êlih, Stenbol û Riha, dê têkildarî biryara DMME' ya der barê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de daye, li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00-14.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora binpêkirina mafên jiyan a li herêmê li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)  Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî dê rapora herêma Edeneyê parve bike. (12.30)    *Baroya Wanê dê têkildarî 25'ê Mijdarê li avahiya Baro civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Baroya Amedê dê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sûrê hat kuştin, di hefteya 151'an de li ber avahiya Dadê ya Amedê edaletê bixwazin. (13.30)   * Platforma Jinan a Rihayê dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li PTT'ê kartan ji jinên girtî re name bişînin. (14.00)  Platforma Jinan a Ahtamara  jî bi heman armancê dê çalakiyan pek bîne. (11.00-17.00)