Girtiyê nexweş Babaoglu serbest berdin 2017-10-28 15:07:52 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 404’an de, xwest ku girtiyê nexweş Burhan Babaoglu serbest berdin.  Şaxa Komeleya Mafê Mirvan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” di hefteya 404’an de xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. ÎHD’iyan pankarta “Ji bo girtiyên nexweş Tipa Edlî bû mirin û dadgeh bû înfaz” vekirin. Li ser navê ÎHD’ê û xizmên windan Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û wiha axivî: “Rayedar li hemberî bangên me yên ji bo girtiyên nexweş me kirin, bêdeng dimîn e. Têkildarî pêşnûmepirsa me da Wêzîrê Dadê jî tenê agahî hat dayîn.”   Çîçek, anî  ziman ku divê Wêzîrê Dadê têkildarî rewşa girtiyên nexweş pêngavên cîdî bavêje û wiha got: “Ahmet Bayar berî jiyana xwe ji dest bide 3 mehan hat berdan. Gava tê zanîn dê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin, wan berdidin.  Ji ber ku naxwazin hisabê vê yekê bidin. Gotin li cih be, ji girtiyên nexweş re dibêjin ‘herin li malên xwe bimir in.’”    ‘BILA BABAOGLU BERDIN’   Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Burhan Babaoglu jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Babaoglu li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê tê girtin. 24 salin di girtîgehê de. Ji ber dermankirina çavên wî hat astengkirin, çavekê wî êdî nabîne. Derûniya wî jî her ku diçe xerab dibe. Herî dawî li ser mejiyê nava hestiyên wî tîmur hat tespîtkirin. Di 23’yê Cotmehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt (Nexweşxaneya Zanîngelê Katîp Çelebî) hat emeliyatkirin.  Emeliyatek giran derbas kir. Pêdiviya wî bi moral û lê mêzekirinek baş heye. Divê di cihek paqij bê bicihkirin. Li mixabin cihek wiha li girtîgehê tuneye. Ji bo dermankirina Burhan Babaoglu divê demildest serbest bê berdan.”