Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne 2018-11-22 16:23:02   RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi SEGBÎS’ê beşdarî doza xwe ya li Wêranşarê hat dîtin bû û got: “Ev dosye û dosyeyên din siyasî ne. Biryara DMME’yê vê yekê îspat kiriye.”    Danişîna 7’emîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku di axaftinek xwe ya 4’ê tebaxa 2013’an de bi îdiaya “Heqaret li karmendên peywîrdar kiriye” hatibû vekirin li Dadeha Cezayê Asliyê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê hat dîtin.    'DMME JÎ ÎSPAT KIR'    Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya lê girtî ne bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Piştî tespîta nasnameyê derbasî îfadeyên Demîrtaş bûn. Demîrtaş bal kişand ser xetayên rêgezê û got SEGBÎS li dijî PMME’yê û makeqanûnê ye û divê wî bianîna Wêranşarê li dadgehê parastina xwe bikira. Demîrtaş da zanîn ku ne wî xwestiye ew li wê hepsê be û wiha got: “Bi biryarên siyasî min girtin û bi hezaran kîlomîtro ji malbatê dûr kirin. Ji ber vê yekê li gorî makeqanûnê dixwazim werim wir û parastina xwe bikim. Ev mafê min ê makeqanûnî ye. Der barê min de bi sedan doz hene û ev doz hemû siyasî ne. Rêxistina FETO ya Wêranşarê li holê bû. Dixwazim li wirbûma û min van ji dadgehê re vegota û têkildarî van delîlan pêşkêş bikim. 5 sal e lêpirsîn didome lê piştî 2 salan delîl ji dosyeyê re dîtin. Ev doz û dozên din siyasî ne. Biryara DMME’yê van dozan hemû îspat kir ku hemû siyasî ne.”   Heyeta dadgehê daxwaza Demîrtaş red kir. Li ser vê yekê Demîrtaş her kesî silav kir û derheqê dosyeyê de diyar kir ku ew ê bi SEGBÎS’ê parastinê neke û ji wir veqetiya.    Parêzerên Demîrtaş jî diyar kirin ku piştî Demîrtaş bînin dadgehê ew ê parastina xwe bikin.    Heyeta dadgehê biryar da ku der barê axaftina Demîrtaş bûye sedema sûcdariyê de dîmen ji emniyetê xwest û danişîn taloqî 14’ê sibata 2019’an kir.