Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin 2018-11-22 15:08:02   BURSA – Li Bursayê Gunay Torun a di wesayîta xwe de rastî êrîşa çekdarî hat, jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Gemlîk a Bursayê Gunay Torun (55) a di maşîneya xwe de rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da. Torun di heman demê de Endama Lîjneya Rêveberiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Gemlîkê ye. Torun dema serê sibê bi wesayîta xwe diçû cihê kar, ji wesayetiyek ku nêzî wê bû gule reşandin û bi giranî birîndar bû. Torun a ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxleyên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.    Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.