‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû 2018-11-22 14:58:21   ÊLIH – Li Êlihê 6 rojnameyên herêmî gerên kolanan ên qeyûmê Êlihê bi sernavê “lehiya hezkirinê” li manşetan nivîsandin. HDP’ê jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî rojnameyan da.    Hema bêje her roj rojnameyên ku bi nêzîkatiya xwe ya hikumetê tên zanîn bi heman manşetan derdikevin. Yek ji mînaka van rojnameyan jî rojnameyên herêmî yên li Êlihê pêk anîn. 6 rojnameyên herêmî yên li Êlihê weşana xwe dikin gerên kolanan ê qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy bi sernavê “lehiya hezkirinê” di manşetên xwe de ragihandin.    HDP BERTEK NÎŞAN DA    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê jî bertek nîşanî “lehiya hezkirinê” ya rojnameyan da û di hesabê xwe yê Twîtterê de wiha got: “Rojnameyên herêmî yên alîgir ên Êlihê ji bo qeyûm seferber bûn e. Em ê di 31’ê Adarê de bi piştevaniya gelê xwe van alîgiran jî û qeyûm jî bişînin ser sergoyê dîrokê. Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin. Wê gel bi ser bikevin.”