HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin 2018-11-22 13:50:31 STENBOL – Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê starta xebatên hilbijartinê da. Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku ew ê Stenbolê ji destê heramiyan rizgar bikin.  Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê têkildarî hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adarê de pêk bê bi civîna çapemeniyê xebata starta hilbijartinê da. Hevserokên HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr û endamên meclîsa HDP’ê beşdarî civînê bûn.    'EM Ê LI DIJÎ FERASETA TUNE HESABKAR BIBIN BERSIV’    Demîr destnîşan kir ku ew di hilbijartina herêmî de xwedî tecrûbe ne û got: “Ew şaredariyên me ku qeyûm tayîn kirinê cihê kirdeya gel û jinan bû, xwedî feraseta ku pirsgirêkên civakê çareser dikirin û navendên çand û hunerên yên pir zimanî û çandî bûn. Lêş şaredariyên me ku em xwedî tecrûbe bûn xesp kirin. Qeyûman feraseta şaredariyên me rûxandin. Em ê di vê hilbijartinê de ne ji bo dest xistina hevşaredaran lê ji bo em ferasetê têk bibin dibînin û em ê wisa bixebitin. Em ê li Kurdistan û rojavayê Tirkiyeyê yên me tune hesabi dikin bibin bersiv. Stenbolê veguherandine qada rantê. Stenbol ne qadek radestî heramiyan bê kirin e. Divê Stenbol ji feraseta xespvan bê rizgarkirin. Li rêxistina me serlêdana bernamzetiyê dest pê kiriye. Dê heta 5’ê kanûnê dewam bike. Ji bo em Stenbolê ji destê heramiyan rizgar bikin em bang li hemû aliyan dikin ku bên di lîsteya HDP’ê de cih bigirin.”    'EV PÊVAJOYA TÊKIBIRINA FAŞÎZMÊ YE’    Piştî Demîr, Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek jî jî da zanîn ku di her warî de Stenbol cihek girîng e û got: “Encamên hilbijartina Stenbolê ji bo demokrasiyê dê rolek girîng bileyîze. Welatê me îro bi vebijêrka faşîzm û demokrasiyê re rû bi rû maye. Belkî hilbijartina 31’ê adarê bibe pêvajoya avakirina rejîmek nû û wisa bê kodkirin. Li dijî vê faşîzmê tenê ne HDP, divê hemû aliyên dilê wan ji bo azadî û demokrasiyê lê dide bersivê bidin faşîmza AKP û MHP. Ev pêvajo pêvajoya têkbirina faşîzmê ye. Em hemû rewşenbîr, dost û dildarên HDP’ê vedixwînin pêvajoya bernamzetiyê ya HDP’ê.”