Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin 2018-11-22 12:15:01   ENQERE / RIHA – Li Enqereyê û Rihayê di serdegirtinên malan de endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Etîmesgût û Mamak ên Enqereyê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê.    Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Erol Çiftçi, Nurullah Çiftçi, Yahya Dag, Zilan Keleş, Abdulgani Sarılı, Cevriye Kiye.    LI WÊRANŞARÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî eskeran serê sibê bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtina malan de Madî Vural, Hasan Kabak û Abdûlkadir Çalagan hatin binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Fermandariya Cendermeyan a Wêranşarê.