Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê 2018-11-22 11:58:04   ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bal kişand ser rewşa muzîkjen Erkan Benlî yê birîndar hat girtin û nayê dermankirin û bir rojeva Meclîsê.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bi pêşniyazpirsê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş muzîkjen Erkan Benlî. Muzîkjen Benlî di gulana 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema qedexeya derketina derve de bi awayek birîndar hatibû binçavkirin û girtin. Erkan Benlî niha li Girtîgeha Bafrayê ye û ji ber parçeyên şarapnelê di laşê wî de hene li benda emeliyatê ye. Lê nayê emeliyatkirin. Parlamenter Uca bi boneya dermankirina Benlî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê. Uca xwest wezîr Gul pirsên wê bibersivîne û li tavilê muzîkjen Benlî bê dermankirin.