Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê 2018-11-22 11:22:33 RIHA – Zaroka 2 salî ya bi navê Dîcle dê bikeve girtîgehê û biçe cem dayika xwe Zelîha û bavê xwe Mehmet Akîl Karadaş yên girtî.  Zelîha Karadaş (30) û hevjînê xwe Mehmet Akîl Karadaş (30) ên li gundê Aşmê ya bi ser navçeya Bîrecûkê ya Rihayê dijî di mijdara 2017’an de ji ber cezayê wan hat erêkirin hatin girtin. Zaroka wan a yek salî Dîcle jî bi wan re ketibû hepsê. Dîcle li gel dayika xwe 9 meh li gel dayika xwe li Gîrtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê mabû. 3 meh berê Dîcle şandibûn gel bapîr û dapîra wê. Dîcle niha bûye 2 salî û ji ber ku naxwaze bêyî dayika xwe bijî piştî 3 mehên din dê îro dîsa bikeve girtîgehê.    'NEVIYÊN BÊ DAYIK Û BAV HIŞTIN’    Kalê Dîcleyê Latîf Karadaş diyar kir ku neviyên wî Abdullhatîf (4), Fatmagul (9) û Emîne (10) jî li gel wan dimînin û ev 13 meh in neviyên wî bê dayik û bavê xwe dijîn. Karadaş got ev 3 meh bû Dîcleyê jî li gel xwe xwedî dikirin û lê ji ber Dîcleyê biçûk e bêyî dayika xwe nikare bijî û bi hesreta wê dijî û her tim digirî dê carek din bikeve girtîgehê.    Karadaş da zanîn ku li gund ji ber şertên aboriyê bi zehmetî neviyê xwe xwedî dike û bi cezakirinê neviyên wî bê dayik û bavê xwe mane.    Li Zelîha Karadaş 4 sal û 2 meh û li Mehemt Akîl Karadaş jî 9 sal cezayê hepsê hat birîn. Cezayê wan di 2017’an de ji aliyê Dadgeha Îdare ya Herêma Dîlokê (Îstînaf) hatibû erêkirin. Piştî cezayê wan hat erêkirin li gel zaroka xwe hatibûn girtin.