Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî 2018-11-22 11:10:44   AMED – Eskeran li gundên çoltarên Farqinê operasyon pêk anîn û bi ser 37 malan de girtin. Polîsan di operasyonê de 7 şikeftên xwezayî wêran kirin û bi suçdariya “Ceyrana qaçax bikar anine" li 128 xwediyên malan bi gişti 512 hezar TL cezazayê pereyan birî. Eskeran di operasyonê de ala tirk bi pira gundekî ve daliqandin.    Esker û cerdevanan di 19'ê mijdarê de li gelek gund û gundikên çoltara navçeya Farqinê ya Amedê bi ser malan de girtin. Polîsan di operasyonê de 7 şikeftên xwezayî wêran kirin û bi suçdariya “Ceyrana qaçax bikar anine" li 128 xwediyên malan bi gişti 512 hezar TL cezazayê pereyan birî. Eskeran di operasyonê de ala tirk bi pira gundekî ve daliqandin. Polîsan di serdegirtina malan de alav û amûrên malbatan tev li hev kirin û welatî di kontrola nasnameyê re derbas kirin.  Walîtiya Amedê têkildarî operasyonê daxuyanî da. Walîtiyêdiyar kir ku di encama lêgerîna ceyranên qaçax de Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Diyarbakırê  (DEDAŞ) li xwediyê 128 malan girtek girtine û bi giştî 512 hezar TL cezayê pereyan birî ye.    Walîtiyê diyar kir ku operasyon di 21'ê Mijdarê de bi dawî bûye.