Jina rastî êrîşa çekdarî hat mir 2017-10-28 14:21:33 STENBOL – Li Kadikoyê Selva Saglam Yilmaz a di wesayîta xwe de rastî êrîşa çekdarî hat mir.  Li navçeya Kadikoya Stenbolê Selva Saglam Yilmaz a di wesayîta xwe de rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nehat diyar kirin hat jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahiya welatiyên derdorê hatin cihê bûyerê, ligel hemû hewldanan Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku dengê du guleyan hat û jina rastî êrîşa zilam hat mir û  zilamê êrîşkar jî ji cihê bûyerê reviya.