Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî 2018-11-22 09:18:37 ENQERE - Hacer Usta, ji bo kurê xwe Ersîn Urkek ê li Girtîgeha Bolûyê hat derbkirin serî li serdozgeriyê dabû, lê belê dozgeriyê ji Ûsta re got "kurê te întihar kir." Ûsta, îdia kir ku bi zorê derman dane kurê wê. Girtîgehê jî parast ku "Li girtîgehê bûyerên întiharê çêdibin, lê tu eleqeya vê yekê bi pêkanînên li girtîgehê re tune ye."  Li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê Ersîn Urek hat derbkirin. Hacer Ûsta, dayika Ersîn Urek, got: "Herî dawî du hefte berê ez çûm girtîgehê. Wê çaxê gotibû 'min bibin cihekî din.' Me jî jê re got ji ber rewşa me ya aborî ne baş e, hinekî îdare bike. Paşê telefonî me kir û got 'karmendên li vir bela xwe di min didin, tu ewlehiya min tune ye, pir bi ser min de tên, min xelas bikin.' Paşê telefon hat girtin. Herî dawî giriyê wî tê bîra min. Heta wextekê me tu xeber jê negirt."    Usta, diyar kir ku ji bo evan pêkanînan wan daxwazname ji Dozgerê Girtîgeha Bolûyê re nivîsandiye, lê belê dozgeriyê di bersiva xwe de gotiye "kurê we derman xwariye û întihar kiriye." Ûsta, destnîşan kir ku di 21'ê Mijdarê de wê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û ji kurê xwe bûyera întiharê pirsiye û kurê wê gotiye "Min întihar nekiriye. Ma ez ê çawa ew qas derman têxim girtîgehê. Bi zorê dan min. Dayê, bes zêde nepirse, wan ev tişt bi min kir."    Dayik Ûsta got: "Piştî hevdîtinê, ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Koroglûyê ku gotibûn piştî întihar kiriye wan ew biriye vê nexweşxaneyê. Ez çûm nexweşxaneyê. Min hevdîtin bi bijîşkê îdia kir wî madeya kurê wî şûştiye re hevdîtin çêkir. Ji min re got 'me madeya wî şûşt û şand, zêde dirêj neke.' Min jî jê pirsî 'madem întihar kiriye, çima hûn raporê nanivîsînin.' Bijîşk jî got 'tiştekî bibe mijara raporê tune bû.'"    Dayik Ûsta got: "Rewşa me xirab e. Em meraqa kurê xwe dikin. Kurê min dibêje 'min xelas bikin.' Dixwazim demildest kurê min sewqî girtîgeheke din bikin."    Ûsta, bilêv kir ku wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û xwest alîkariya wan bê kirin.    RAYEDARÊ GIRTÎGEHÊ: BÛYERÊN ÎNTIHAR ÇÊDIBIN    Bi rêya telefonê me hevdîtin bi rayedarekî Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê re çêkir. Rayedar diyar kir ku girtiyê bi navê Ersîn Urek li girtîgehê ye. Rayedar derpêş kir ku tenduristiya Urek baş e, lê belê îdiaya malbatê red kir û got: "Li girtîgehê bûyerên întiharê çêdibin, lê tu eleqeya vê yekê bi pêkanînên li girtîgehê re tune ye."