Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin 2018-11-22 09:15:23 DERSIM – Wê li Dersimê li ser navê rêveberê Egîtîm Senê Kazim Unlu yê piştî bi KHK'ê hat îxrackirin qeyrana dil derbas kir û mir, pirtûkxaneyeke kapasîteya wê 5 hezar pirtûk in bê vekirin.  Sereterê Şaxa Egîtîm Sena Tekirdagê Kazim Unlu yê bi KHK'ê hat îxrackirin, di 23'yê Mijdara 2017'an de qeyrana dil derbas kir û mir. Unlu yê ji Dersimê di 24'ê Mijdarê de hta veşartin. Şaredariya Mazgirtê li ser navê Unlu pirtûkxaneyeke kapasîteya wê 5 hezar pirtûk in çêkir. Wê pirtûkxane di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de bê vekirin.    ‘DENGÊ KEDKARAN BÛ'    Xebatkara şaredariyê Pelîn Gungoren ku ji bo avakirina pirtûkxaneyê tev geriya, anî ziman ku xebata ji bo pirtûkxaneyê nêzî 2 mehan dewam kiriye û wan pirtûk ji gelek bajaran peyda kirine. Gungoren, diyar kir ku wan xwestiye mamosteyekî piştî hat îxrackirin mir bi pirtûkan bi bîr bînin û got: "Kazim Unlu ji bo ekdkaraên nedihatin hesibandin têkoşiya. Di serdemeke ku tê xwestin mirov bi KHK'yan bên tepisandin de me xwest bi pirtûkxaneyekê piştgiriya xwe ya ji bo mamosteyan nîşan bidin. Em dixwazin bi pirtûkan bêtir serwext bibin."    ‘PIRTÛKEK MIROVEK'    Gungoren, anî ziman ku gelê Dersimê ji lêkolîn û zanistê pir hez dike û got: "Li Tirkiyeyê di warê xwendinê de Dersim di rêza yekemîn de ye. Em felsefeya pirtûkek mirovek e esas digirin. Her pirtûkek tê wateya bi hezaran mirov û fikrên cuda. Nifûsa Mazgirtê hindik e, lê pirtûkên wê zêde ne."