Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî 2018-11-22 09:14:48 DÎLOK – Omer Erîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne, destnîşan kir ku li hewadariya girtîgehê nîzama leşkerî ya di yekrêzê de li wan tê ferzkirin.  Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Omer Erîn nameyek şand û di nameyê de bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehê. Erîn binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:   "* 2 sal û nîve e di girtîgehê de me. Tevî min rewşa 50 girtiyên din jî heman rewş e. Em nikarin bi girtiyan re sohbetê bikin û daxilî çalakiyên civakiyî bibin.    * Di qawîşeke 14 kesî de em 24 kes dimînin. Lê li qawîşê tenê ji bo 14 kesan ranza hene. 10 heval jî ji mecbûrî li erdê radikevin. Li qawîşê tenê 5 qofe, 2 paspas û 7 teşt hene. Vanayên klozetên li lawaboyê hatin derxistin. Em ji mecbûrî bi qofeyan avê lê dikin. Kofe jî kêm in.     * Malbatên me ji deverên pir dûr tên (300-350 kîlometre). Lê ancax em dikarin nîv saetê bi wan re hevdîtinê çêbikin. Malbatên me tenê mehê carekê tên.    * Di bin navê lêgerînê de davêjin ser odeyên me, qawîşên me tên belavkirin û dest datînin ser lênûskên me.     * Wekî dema 12'ê Îlonê wexta em dertên hewadariyê nîzama leşkerî ya di yek rêzê de li me tê ferzkirin.    * Belaheq û belasebeb lêpirsînên dîsîplînî tên kirin, ceza tên birîn.   * Deriyên serşo û lawaboyan jî di nav de, bê hincet desikên hemû deriyan jê kirin."