Rojnameger ji bo hevalên xwe yên girtî meşiyan 2017-10-28 14:20:53 STENBOL - Rojnamegerên li Kadikoya Stenbolê kom bûn ji bo hempîşeyên wan ên girtî bên berdan meşiyan. Rojnamegeran bang li hemû kesan kir ku di 31'ê Cotmehê de beşdarî rûniştina doza Ozgur Gundem û Cumhuriyetê bibin.  Înîsiyatifa Rojnamegerên li Derve bi armanca piştevaniya Rojnamegerên girtî, bi silogana "Ji bo edaletê were, were azadiya xwe" li Qada Mehmet Ayvalitaş a Kadikoyê kom bûn û meşiyan. Rojnameger Heta Peykerê Ga meşiyan. Rojnamegeran bi destê hev girtin û pankarta "Ji Rojnamegeran re azadî" vekirin. Di meşê de parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Bariş Yarkadaş,  Rojnameger Ertugrul Mavioglu, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, Serokê GişTî yê DİSK Basın-Îş Genelê Faruk Eren jî amade bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Hena niha edalet" û "Hema niha azadî" berz kirin. Di meşê de wêneyên rojnamegerên girtî jî rakirin û dowîzên "Çapemeniya azad, welatê azad" û "Rojnamegerî ne sûc e" rakirin.   CIHÊ KU ROJNAMEGER GIRTÎ BIN KES NE AZAD E    Piştî meşê li ser navê rojnamegeran Rojnameger Gulşah Karadag daxuyanî da. Karadag, diyar kir ku ew carek din ji bo edalet û azadiyê li hev kom bûn û wiha got: "Me dest da hev û mil da mil û em meşiyan. Ji ber hevalên me perdeya li pêş heqîqetê çirandin û avêtin iro girtî ne. Em bi hebûna wan serbilind in. Başe em îro li vir in û başe em îro bi hev re ne."    Karadag, destnîşan kir ku cihê ku rojnameger lê girtî bin û rojnameger ne azad bin tu kes jî ne azad e. Ji ber rojnameger rastiyan ronî bike û kesên bi qereqat bêzar dike tên girtin. Ji bo edalet û azadiyê dest bidin hev."    Karadag, bang li tevlêbûna rûniştina doza Ozgur Gundem û Cumhuriyetê kirin û wiha got: "Me îro çawa dest da hev û em hatin vir em dê li pêş Edliyeya Çaglayanê ji dest bidin hev û tev li dozê bibin. Em dê ji bo berdana Înan Kizilkaya, Kemal Sancili, Ahmet Şik, Akın Atalay, Murat Sabuncu û Emre Îper û bi dehan rojnamegerên girtî bên berdan dengê xwe bilind bikin."    Karadag xwest ji bo li dijî zordariyê destê xwe bidin hev bang li her kesî kir ku di 31'ê Cotmehê de tev li rûniştina doza Ozgur Gundem û Cumhuriyetê bibin.