HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da 2018-11-21 16:55:59   MÊRDÎN – Paritiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberi Jinê li ber avahiya HDP’ê ya Nisebînê daxûyanî da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe li dijî tundiyê bisekinin û dawî li vê tundiyê bînin.   Paritiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijî Jinê ya  Navneteweyî li  li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Nisebînê daxûyanî da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Dayikên Aştiyê, Edamên Navenda HDP'ê ya  Nisêbînê tevli daxuyaniyê bûn. Di serî de Herseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demir tundiya li dijî jinê şermezar kir û da zanîn ku li dijî tundiyê dê bêdeng nemînin."   Piştre Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axaftineke kurt kir. Ebru, bal kişand  ser dîorka 25'ê Mijdarê ku dîroka kûştina xwişkên Mîrabal e û wiha got: “Xwîşkên Mîrabal ji aliyê Cumhiriyeta Domînîk pêşî rastî tundiyê tên piştre bi avayekî hovane tên kuştin. Piştî wê  roja ku ev jin hatin qetillirin ji aliyê Netweyên Yekbûyî ve wekî Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî hat hilbijartin. Lê belê em jin tim di kolan, mal û cihên kar de rastî tundiyê tên û me jî li dijî vê tundiyê têkoşîneke bê hempa didin.  Em bi têkoşîna xwe azad dibin û bi hez dibin û em rêya xwe berdewam dikin.”   Daxuyanî bi çepikan û bi dirûşma "Jin jiyan azadî bi dawî bû"