Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were 2018-11-21 14:36:28   RIHA – Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş da nirxand û got divê demildest biryara hat dayîn pêk were.    Serokê Baroya Rihayê parêzer Abdullah Oncel biryara Dadgeha Mafê Mirovan (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş da nirxand. Oncel diyar kir ku divê biryara DMME’yê demildest bê pêkanîn û dema biryar neyê pêkanîn dê encamên giran ji bo Tirkiyeyê derkeve holê. Oncel destnîşan kir ku biryara DMME’yê Tirkiyeyê eleqedar dike û heke Tirkiye vê biryarê pêk neyne dê ji bo Tirkiyeyê pêvajoya ji derxistina Konseya Ewropa dest pê bike.