Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin 2018-11-21 14:15:02 EDENE – Înîsiyatîfa Demokrasiyê ya Edeneyê ji bo hilbijartina herêmî banga hêza yekîtiyê kir û xwest her kes li dijî bloka AKP û MHP’ê hevgirtinê pêk bîne.  Înîsiyatîfa Demokrasiyê ya Edeneyê ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de dê pêk were li Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û nûnerên ÎHD, HDP, EMEP û saziyên elewiyan û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Berdevkê Înîsiyatîfê Yaşar Gokoglu daxuyanî da û diyar kir ku ji bo hilbijartina herêmî li dijî bloka AKP û MHP’ê li Edeneyê hêza yekîtiyê ava bikin ev 2 meh dixebitin û got: “Divê em li hember bajarê xwe û birêvebirina bajarê xwe temaşeger û bêdeng nemînin. Çimkî em li vî bajarî dijîn û neçarin xwedî li bajarê xwe derkevin. Em li dijî bloka AKP û MHP’ê banga hevgirtinê dikin. Heke li Edeneyê hevgirtina demokrasiyê pêk were dê bandora xwe li ser hemû welat bike.”