Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye 2018-11-21 13:03:57   AMED – Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr birîna cezayê dîsîplînê ya miwekîla xwe wek “şerma hiqûqê” rave kir û got ew ê li dijî cezayê hatiye birîn mafê xwe yên îtîrazê bikar bînin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 14’emîn de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê didome. Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi hêceta çalakiya grevê cezayê dîsîplînê birî.    ‘ŞERMA HIQÛQÊ YE’    Parêzera Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr birîna cezayê dîsîplînê nirxand û wiha got: “Li gelek girtîgehan ji ber grevên birçîbûnê û stran gotinê cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Ev ceza dibin sedema gelek qedexeyên mafên civakî û hevdîtinê. Ev yek jî dibe sedema binpêkirinan.  Ev ceza tê wateya binpêkirina azadiya îfadeyê. Çimkî greva birçîbûnê tevgerek bibe sedema ceza birînê nîne. Çalakî ne li dijî jiyana hevpar a li girtîgehê ye. Greva birçîbûnê yek ji biryarên ku mirov bi vîna xwe ya azad dikevinê. Carna bi devkî û carna bi helwesta bê şidet hûn dikarin ramanên xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê cezayê dîsîplînê ku birîne li dijî hiqûqê ye. Ev dijbûn pir aşkere xûya ye. Xala serî lê dane jî hin mirov dihizirîne. Li hepsan dikarin karên bê heq jî bi girtiyan bikin. Leyla Guven parlamenterek hêj destnedayîna qanûndanîn didome. Ku rabin cezayê wiha bidin birêz Guven beriya her tiştî şerma hiqûqê ye. Ne pêkane em vê qebûl bikin. Ji ber vê yekê jî em ê li dijî cezayê dîsîplînê mafê xwe yên îtîrazê bikar bînin.”