Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû 2018-11-21 10:58:44 ENQERE – Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku li dijî biryara DMME’yê ji bo Demîrtaş derket, di dema xwe de ji bo astengiyên ku siyasetê bike ji pêşiya wî rabin 3 caran serî li DMME’yê dabû.    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nirxand û xewst Demîrtaş bê berdan. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî biryara DMME da û vê daxuyanî da: “Biryar me eleqedar nake, em ê li dijî vê pêngavek bidin destpêkirin û karê xwe xelas bikin.”    3 CARAN SERÎ LI DMME DAYE   Erdogan ê ku got biryar wan eleqedar nake, lê di dema xwe de bi boneya astengiyên li pêşiya wî rabin û dikaribe siyasetê bike 3 caran serî li DMME’yê dabû.    Erdogan di sala 1997’an de ji ber axaftinek kiribû cezayê wî hatibû erêkirin û pişt re di sala 1999’an de bi hêceta rêgeza darizandina adilane hatiye binpêkirin serî li DMME’yê dabû.    Piştî Erdogan dema mehkumiyeta xwe ya hepsê tije kir, ji bo bibe namzetê parlamenteriyê bi daxwaza qeyda sicîla edlî di 2001’an de li hiqûqa navxweyî encam negirt û li ser vê yekê di 2002’an de serî li DMME’yê dabû.    Erdogan biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinê ku got dê Erdogan nikare bibe parlamenter jî di îlona 2002’an de bir DMME’yê û gotibû: “Di vê mijarê de heta dawiyê em ê li pey hiqûqa xwe bin û lê bigerin. Wê bi vê têkoşînê welatê min ji vê yekê rizgar bibe.”    Erdogan piştî di 2003’an de bû Serokwezîr hemû serlêdanên xwe yên ji bo DMME’yê paş ve kişand.