Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir 2018-11-21 10:38:29   RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu banga beşdariya 7'emîn  danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû kir.    Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê DAIŞ’ê teqîn pêk anî bû û 33 ciwanên sosyalîst û azadîxwaz jiyana xwe ji dest dabûn. 70 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û didome. 7’emîn danişîna doza Pirsûsê dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu banga beşdariya danişînê ya dê li Salona Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bê dîtin kir. Surucu anî ziman ku ev doz doza rûmet û mirovahiyê ye û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin. Em doza 33 ciwanên xwe bişopînin û em xwedî li vê dozê derkevin. Ji bo Pirsûsê edalet û ji her kesî re edalet.”