Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin 2018-11-21 09:23:46 MÊRDÎN - Piştî kampa li Midyadê hat girtin, êdiziyên li kampê li bajêr bi cih bûn û ji mecbûrê bi heqedesteke kêm dixebitin. Êzidiyan got: "Her yek ji me bi cihekî ve çû. Êdî em jî nizanin em ê ber bi ku ve biçin."  Êzidiyên piştî êrîşa DAIŞ'ê ya lI şengalê ji mecbûrî koç kirin û hatin li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi cih bûn, piştî kampa li Midyadê hat girtin li nav bajêr bi cih bûn. Lê belê di şert û mercên pir zehmet de dijîn.    12 KES LI XANIYEKÎ 2 ODEYÎ DIMÎNIN'    Piştî kampa li Midyadê hat valakirin malbatên Smaîl û Hêsen ên li kampê diman li Taxa Yeniyê bi cih bûn. Herdu malbat bi derfetên xwe xaniyekî du odeyî kirê kirin. Li malê ê herî mezin Hisên Milko û yê herî biçûk Amed Smaîl bi giştî 12 kes dijîn.    Malbata birayên Smaîl û Hisên, wexta DAIŞ êrîşî Şengalê kir pêşî berê xwe dana Herêma Xanesorê û ji wir jî hatin Tirkiyeyê li Şirnexê bi cih bûn. Paşê herdu malbat ji Şirnexê hat Amedê û li kampê bi cih bûn. Hevjîna Smaîl Milko Zehra Milko wexta êrîş pêk hat ducanî bû û li Amedê zaroka wê hat dinê. Ji ber malbatê ji Amedê hez kir navê Amed li zarokê xwe kir. Piştî Amed bû du salî, careke din malbata birayên Smaîl û Hesen ji cihê xwe bûn û vê carê li Midyadê li kampekê hatin bicihkirin.    ‘ÊDÎ EM JÎ NIZANIN EM Ê BIÇIN KUDERÊ'    Smaîl Milko, anî ziman ku şert û mercên wan nebaş in û got: "Êdî koçberî bûye qedera me êzidiyan." Milko, diyar kir ku mezinên malê dixwazin biçin Şengalê û biçûk jî dixwazin biçin Ewropayê. Milko got: "Ji ber vê ne em çûn Şengalê ne jî Ewropayê. Niha em li vira ne. EM sekinîna, em jî nizanin em ê heta kengî li vira bin û biçin kuderê."    Milko, destnîşan kir ku mala ew tê de ne wan bi zorê peyda kiriye û got: "Ger karek hebe em diçin. Ji xeynî vê em bi xêratan dijîn." Milko, destnîşan kir ku wexta ew dixebitin jî heqê keda xwe nastînin. Milko, bilêv kir ku bi 25-30 lîreyî dixebitin, lê ji mecbûrî.    ‘EM DINÎ ERDÊ DE DIJÎN'    Milko, diyar kir ku wexta ew li Amedê bûn rihetir bûn û got: "Lê nehiştin em li wir jî bimînin. Ji ber me pir ji Amedê hez kir me navê Amed li kurê xwe kir." Herî dawî Milko xaniyê ku tê de dimînin û nîviyê wê di bin erdê de ye îşaret kir û got: "Va hûn dibînin em çawa dijîn. Em di binî erdê de dijîn."    JI BO TDEAWIYÊ LI BENDA ALÎKARIYÊ YE    Hisên Milko (61) jî, diyar kir ku ûr di serê wî de ye û nikare dermanên xwe peyda bike. Milko, ji bo tedawiyê xwest alîkariya wî bê kirin. Keça Milko ya mezin Nûra Hisên jî diyar kir ku di evan şertan de herî zêde jin zemhetiyê dikişînin û got: "Êdî min fêm kir ku kamp ji vê derê xweştir e. Wexta em li kampê bûn qet nebe me û malbatên din hevdu didît. Me alîkariya hevdu dikir. Lê niha her yek ji me bi cihekî de çûye. Hema bêje êdî em hevdu nabînin. Ji ber vê em xwe tenê hîs dikin. Em dixwazin ji vir biçin."    Nûra Hisên diyar kir ku piştî ji kampê derketine tevî xwişkên xwe û pismam-dotmamên xwe li tekstîlê dest bi kar kiriye û got: "Wexta li tekstîlê kar hebe bang li me dikin. Lê tim kar tune ye. Wexta em dixebitin ji 8'ê sibehê heta 9'ê êvarî em dixebitin. Ew jî bi 25-30 lîreyî. Her wiha tevî kar em karê malê jî dikin."    MA / Ahmet Kanbal