Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin 2018-11-21 09:20:26 XARPÊT - Li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê rojnamevan Mehmet Guleş, diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" wêneyên dîmenan jî nadin girtiyan û her wiha qedexekirina kurdî hîn jî dewam dike.  Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş, ji Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê nameyek şand û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Guleş binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha rêz kir:    "* Rojê tenê em 7 saetan li hewadriya qawîşê dikarin bimînin. 17 saetên din jî em di odeyan de tên tecrîdkirin.    * Hîn danûstendina pirtûk, kovar û nameyên bi kurdî qedexe ye.    * Gelek pirtûkên der barê wan de biryara berhevkirinê tune ne nayên dayîn.    * Bi hinceta 'ewlehiyê' wêneyên dîmenan jî nayên dayîn.    * Sewqkirina nexweşxaneyê ya girtiyan bi dernegî tê xistin. Li nexweşxaneyê jî muayene di weziyeta kelemçekirî de tê ferzkirin.    * Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li girtî û hikumxwaran tê ferzkirin.    * Çalakiyên wekî kurs, sohbet û hobî bi awayekî kêfî tên astengkirin.    * Di dema hevdîtina bi malbatan re tekmîl tê ferzkirin û carinan hin gardiyan ji bo nêvengê provake bikin tev digerin. Her wiha di dema serdanê de jî tekmîl tê ferzkirin.    * Ji ber lêpirsînên dîsîplînê, wexta em îfadeyê didin mafê me yê parastinê tê astengkirin. Me bi daxwaznameyê ev rewş ragihhand dadweriya înfazê, lê dîsa jît iştek nayê kirin. Ji ber çalakiya birçîbûnê li 120 kesî ceza hatin birîn.    * Nêzî 50 girtî bêyî hincet di odeyên yekkesî de tên girtin. Ji evan girtiyan hin jê nexweş in.    * Girtiyê nexweş Yaşar Kirmizi ku nêzî 26 sal in di girtîgehê de ye, di nav 14 mehan de 4 girtîgeh guherandin û di meha Cotmehê de jî li odeyeke yekkeî hat derbkirin û paşê sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê hat kirin. Ji ber di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî qebûl nekir wî xistin odeya yekkesî."    Guleş, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê lê hat birîn jî nirxand û got: "Ez baş im. Wekî hûn dizanin doza min li Dadgeha Bilind hat pesendkirin. Lê ev yek ji bo min ne tiştekî suprîzî bû, min texmîn dikir wê tiştek wisa çêbibe. Lê dîsa jî kêfxweş im, serbilind im. Ger çêkirina nûçeya salvegera Komkujiya Roboskiyê sûc be, ez ê dîsa heman sûcî bikim. Ger aşkerekirina heqîqetê sûc be, ez ê dîsa heman sûcî bikim. Ji dêvla jiyaneke bêrûmet, li nav çar dîwaran ez ê li ber xwe bidim û bimirim çêtir e."