‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e 2018-11-21 09:19:16 EDENE – Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa herî zêde aciziyê dide der, wexta girtiyan tînin girtîgehê li têketina girtîgehê "lêgerîna tazî" li wan tê ferzkirin. Parêzer Zelal Demîray, diyar kir ku "mudaxilekirina bedenê" li dijî Qanûna Bingehîn e.  Li girtîgehên Tirkiyeyê girtî û hikumxwar herî zêde ji ber pêkanîna "lêgerîna tazî" nerazîbûna xwe didin der. Wexta girtiyan tînin girtîgehê li têketina girtîgehê ewil "lêgerîna tazî" li wan tê ferzkirin. Ev pêkanîn herî zêde jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê pêk tê. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray, destnîşan kir ku li girtîgehan hîn jî Rewşa Awarte dewam dike û ev yek dibe sedema bipêkirina mafan.    DIBE SEDEMA TRAVMAYAN    Demîray got: "Ewilî li têketina girtîgehê girtî li odeya rawetandinê tên girtin û li wir gardiyan li wan didin. Ev yek dibe sedema travmayên mezin û girtî heta demekê nikarin vê travmayê ji ser xwe bavêjin."    Demîray, bal kişand ser pêkanîna lêgerîna tazî û qanûn û tuzukên ev pêkanîn di xwe de dihebînin. Demîray, ji bo vê bal kişand ser maddeya 13'an a Qanûna Bingehîn û bi bîr xist: "Bêyî mudaxileyî azadî û mafên bingehîn bê kirin, tenê li gor sedemên di maddeyên Qanûna Bingehîn de hatine diyarkirin dikarin bên sînordarkirin." Demîray, destnîşan kir ku ji mafên bingehîn yek jê jî "mudaxilekirina destnedayîna bedenê" ye û ev yek tenê bi tuzukekê hatiye sererastkirin ku li dijî Qanûna Bingehîn e.    Demîray, diyar kir ku ji bo lêgerîna tazî bê kirin hin sedemên diyar û sereke hene û got: "Ger madde an jî eşayayên qedexe hebin û wan bixe hundurê saziyê. Lê belê bêyî ji bo lêgerîna tazî hincetek hebe, ev pêkanînan veguheriyeke rewşeke rûtîn û li girtiyaan tê ferzkirin. Ev pêkanîn û ferzkirin mahremiyet û rûmeta kes bin pê dike."    ‘REWŞA AWARTE BI DAWÎ BÛ, LÊ BERMAYEYÊN WÊ DEWAM DIKIN'    Demîray, destnîşan kir ku her çend li Girtîgeha Kurkçulerê dawî li Rewşa Awarte hatibe jî, lê belê bermayî û pêkanînên Rewşa Awarte hîn jî didomin. Demîray got: "Li girtîgehê girtî bi pêkanînan 'tev li hev bike-li hev bîne' ya ji dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê mayî re rû bi rû dimînin. Li Kurkçulerê pirsgirêka herî sereke jî di dema hevdîtina vekirî de rû dide. Girtiyên ji doza PKK'ê û yên DAIŞ û FETO'yê li heman eywanê hevdîtinê bi malbatên xwe re çêdikin. Ev yek di di navbera malbatan de dibe sedema rageşiyê. Ji ber derfeta hevdîtineke baş tune ye, bi heman e girtî nikarin bi awayekî vekirî hevdîtinê bi xizmên xwe re çêbikin."    GDemîray, diyar kir ku peywira ewlehiyê ya saziyê ye û got: "Ji ber evê pêkanînê girtî hevdîtina vekirî bi xizmên xwe re çênakin û bi vî awayî hewl didin ewlehiya xwe pêk bînine." Demîray, anî ziman ku ji bo evan pêkanînên kêfî û bêhiqûqî wan serî li gelek deveran daye û ew vê yekê dişopînin.    MA/Hamdullah Kesen