Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man 2018-11-21 06:56:38   ZONGULDAK - Li Kana Madenê ya Navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê teqîn pêk hat. Di taqînê de 3 karker asê man. Waliyê Zonguldakê Erdogan Beştaş, diyar kir ku zêde hêviya wan ji xelasiya karkeran tune ye.    Li Kana Komirê ya Taxa Çamlikê ya Navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê teqîn pêk hat. Di teqinê de ji 5 karkerên asê man jê 2 hatin rizgarkirin Lê 3 karker hêj asê mane. Waliyê Zonguldakê Erdoğan Bektaş, diyar kir ku hêviya wî ji xelaskirina 3 karkerên madenê zêde tune ye. Hewldana rizgarkirina 3 karkerên asê mane didome. Sedema teqina kanê nehat zanîn.