Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da 2018-11-20 19:25:40   RIHA - Li Rihayê karkerê 44 salî Mehmet Çîftçî yê ku li Sanaya Evrênê kamyon tamîr dikir, kasaya kamyonê bi ser wî de ket û jiyana xwe ji dest da.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) li ser hesabê xwe yê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku li Sîteya Sanaya Evren a Rihayê karkerê 44 salî Mehmet Çiftçî dema kamyon tamîr dikir, kasaya kamyonê bi ser wî de ket xwar û di qezayê de jiyana xwe ji dest da.