Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2018-11-20 17:31:00   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 765’emîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Sînan Zîncîr ji bo bi miweîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Lê Serdozgeriyê daxwaza parêzeran a hevdîtinê cara 765’emîn red kir.    Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 765 car hevdîtina li gel Ocalan bi hêcetên cuda tên redkirin.