ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin 2018-11-20 15:40:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), tekildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê rapora 5 salan aşkere kir.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cihanê li ser hesabê medya civakî grafîka 5 salan a zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan parve kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku di navbera salên 2013-2018'an de heri kêm 354 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Rapora ÎSÎGM'ê ya sal bi sal wiha ye: Di sala 2013'an de 59 zarokan, di sala 2014'an de 54 zarokan, di sala 2015'an de 63 zarokan, di sala 2016'an de 56, di sala 2018'an de 60 û di 10 mehên 2018'an de jî 62 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.