‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin' 2018-11-20 15:36:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê li gelek bajaran bi armanca starta Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê bidin daxuyani dan. Rêveberên HDP'ê di daxuyaniyan de diyar kirin ku ew dê şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine di hilbijartinê de ji destê qeyûman rizgar bikin u bi îtîfaqên pîvan ên herêmî têkoşîna hêza aştî û demokrasiyê xurt bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Edene, Mêrsîn, Qers, Êlih, Edene û Hatayê bi civînên çapemeniye û daxuyaniyan starta Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê stara xebatan dan.    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, li avahiya HDP'e ya Bajar civîna çapemeniyê pek anî. Endamê Meclîsa HDP'ê Abdulselam Demirkıran û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka  HDP'e ya Edeneyê Gulseren Tural, diyar kir ku wan tevahî û hembêzkirina hezên demokrasiyê esas girtiye û wiha got: "Dema em li herêmê raporên fizibilite amade bikin em dê bi berpirsiyariyek mezin û bi hesasiyetek mezin nêzîk bibin. Em dê serlêdanên bernamzetiyê di navbera 20'ê Mijdar û 5'ê Kanûnê de di saetên 10.00 – 17.00'an de li avahiya HDP'ê ya bajar qebûl bikin. Serlêdana Namzetên jin dê ji aliyê Komisyona Serlêdana Jinên Bajar ve bê qebûlkirin. Di hemû serlêdanan de dê heq ji jin, ciwan astengdar û mextûrên KHK'ê neyê stendin. Em dê li diji rejîma heyî û li dijî iktidarê têkoşîna demokrasî, edalet, azadî, ked û aştiyê bilind bikin."    MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê daxuyanî dan û starta hilbijartinê da. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û diyar kir ku pirsgirêkên Tirkiye her ku diçe bêtir kûr dibin û bi krîza aborî ev kûrttir bûye. Em dê li dijî îtîfaqa AKP û MHP'ê îtifaqa rast û demokratik ku têkoşîna aştiye pêş dixe ava bikin."    QERS    Rêxistina HDP'ê ya Qersê jî li avahiya HDP'ê ya Qersê bi tevlêbûnek mezin starta hilbijartinê da. Di civîne de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, endam û rêveberên HDP û DBP’ê û nûnerên gelek saziyan amade bûn. Hevseroka  HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Qersê Nuriye Erkmen, diyar kir ku piştî 2016'an qeyûm tayînî destkeftiyên gel kirin û wiha got: "Ev qeyûm tayînî vina gel hatine kirin. Hemu hêzên demokrasî û aştiyê yên vê rewşê qebûl nakin divê milê xwe bidin hev û têbikoşin. Em Qers bi biryarin ku vîna xwe ji destê qeyûman rizgar bikin.    HATAY    Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî bi haman armancê bi civîna çapemeniyê li avahiya HDP'ê ya Hatayê start da. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Sultan Başaran, anî ziman ku dê hem şaredariyên qeyûm tayîn kirine bistînin û hem jî dê şaredariyên nû lê zêde bikin.    ÊLIH    Rêxistina HDP'ê li Êlihê bi gerandina govendê ya jinan starta hilbijartina rêveberiyên herêmî da. HDP'ê di starta hilbijartinê de peyama "HDP heye û hemû rengan di bin sîwana xwe de dihewîne" da.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê starta hilbirjartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî li ber avahiya bajêr a HDP'ê bi daxuyaniyê da. Rêveberên HDP, DBP, Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Ipekyuz, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek endam û rêveber di civînê de amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê bi hêzek mezin amadekariya hilbijartinên herêmî bikin û ew ê li kuçe, navçe, gund, bajêr li hemû derê bigerin û bi gel re werin gel hevdu. Işik, anî ziman ku ew ê bi coşek mezin amadekariyê hilbijartinê bikin û bi ser bikevin.    Piştre Rêveberê HDP'ê Mahir Bekleyiş daxuyanî da û bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê û kaosa ku li welat tê jiyîn. Piştî daxuyaniyê jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn stran gotin û govend gerandin. Pişti stran û govendê daxuyanî bi tilîlî û bi çepikên jinan bi dawî bû.